Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

"Peyva Xweş"

"Peyva Xweş"


1601192 10152230183438674 1904474474 nDema ku li ser "Wêje" hat kalkirin di hîşa merîv da hema "Peyva Xweş" xuya dibe berbîçav dibe. Stran, çîrok, destan, helbêst, dua û evîn, gul û bilbil, dêşt û nêval, çîya û şaneşîn  hwd. di nav wêje ya da hema ten ser ziman.


Di nav dîroke da wêjêya Kurd ji alîye nîvîsandine pir zêngin nine, ê pirkî wêjê ya dêvkîye, iro li beşa Dersim li ser wêjêya Kurd em nikarin ku pirtukekê anjî belgêyeki ku hatîye nivîskirin bibinin hinek ku hene ji ew ji pir zeif û kemin. Beşa Dersim li Kurdîstane beşe ki pir cûdayê, sala 1938 an li ser Dersime komarê tirk komkujiyeki pir dijwar û giran pekanîye, gelek dersîmi hatina kirkirin û ye mayiji  hatine asimilêkirin, hinekji cih û are xwe terkkirin û çûn welaten bêyanî.  Em li ser komkujîye Dersim wilo ket dökümanekî bi nivîs nabinin, yeku hene ji bi destê dagîrkeran hatine nîvîs û em nikarin bibinin. Li ser wan rojên reş û tarî pir û kale me derd û kule xwe, êş û janê xwe bi sitranan anine ser ziman û bi tirs heta demeki jîyana xwe berdewamkirine. Lewma di nav wêjêya Kurdi wêjêya dêvki pir bi nirxê.


Li Dersîme em bi roja iroji nikarin ku nîvîskareki bi  Kurd bikardibe nasbikin an ji naveki nişan bidin, hûnermend gelek hene ji ber ku ewji ê pirki ji bo berjewendîye xwe û aborî dimêşin.  diben ziman qedexe bu zike merîv têrnedikir lewma, belkû ew ji sedemek bu ema ya esasî nebu.Temburwan û hozan di nav herema Dersim kevneşope ki kevnare û hunerekî kerdare. Wêjêye dêvki di nav xweda time xeterekî mezin dihemiline  ewji ji bo siberojen wêje temînatê nadi, eger ku ziman nebe zimane fermî û welatji neazad bu wi wexti tehlikeya windabuna wêjêya dêvki ji pir mezin dibe, zarok bi zimane xwe ku perwerde nebun û neçun dibîstane zaningaha xwe bi zimanê bêyani  kirin ê wexteke ji zimanê xwe û wêjêya xwe ji bîr bikin û herwiha ew gel bi salen direj li ole ê rabe..


Paş damezrandina Komarê Tirk hema li her navçê û gundê Dersimê qerekol û dibistan hatin çekîrin, zimane Kurdî qedexekirin û hema bi Tirki zaroke Kurd perwerdekirin, wî gavi kes nedikari ku li hember wi siyaseti bisekine ji ber ku milet di demeki nezikra hatibun kirkirin û ew ji ditirsin, Hozan û dengbejên Dersîme ji, jîyana xwe bi tirs berdewam dikirin, çand û baverîya gelê me qedexe bu, pîr û seydê kurmanç ji xwe hildanin ku wi dest Komarê Tirk nekevîn û vezîfeyê xweya baverî bi dizki ji devletê Tirk bêxeber pekbinin. Bi wi hali ji bikaranina wêja û siyasêt pir zor bu, gel di nav halekî dijwar û pir neçarda bu, Komarê Tirk bi esasi dixast ku bi çand û baveri,ziman û nasname gelê me asîmile bike û di demekî direjda li ole rake, ew armanca Komarê Tirk heta demeke ji biserket, iro gele me bi zimane xwe nikari tişteki bike, herkare wi bi zimane Tirkiye, jiyan buye jiyana Tirki, siyaset buye siyasetê Tirki, her ki çi tê bila bibe, eger ku karek bi zimanê dayikbune nehat meydanê bi zimane mêtîngehan ew bikardibe ew xebatê ne ji bo gele meye ji bo gele dagîrkeran ji bo xizmeta ziman û çandê wanra te nivîsandin..


Li herema Dersimê ez bi mumê li wejeya Kurd digerim, hakidinji min heta iro neditiye ku(belku hene) nivîskareki Tirk bi zimanê Kurdi helbesteki anji lêkolîneki binîvîse û  parvebike. Rewşenbîre Tirk kê tekîldariya xwe elekayê xwe nedanê ser zimanê Kurdî, li hela dini bi siyasêt û gotine devkî dibejin em birane wekhevîn, tene li ser mijarê ziman û asîmilasyona çand ji em dizanin ku em nebirane.
Peyva xweş di nav heyatê merîv cihekî pir giring digre û mühime, ji hela psîkolojîyê û romantîzmê bigre heta tendurîsti, şirust û edebiyatê, ji baverî bigrîn heta serpehatî û çîrok, helbêst û sitran hwd. daku çiku di nav jiyanede biwe lazîme weki heva û rih wekî erd û esman peyva xweş ji wekêsi bi we lazîme.


Ehh de ez pir dûr û direj nekim herwiha ji wera jiyaneki bi peyva xweş û tenduristiyeki baş hevîdikim biminin bi xweşi û hevaltî...


Heyva işêv nîvîye
Pir melûlê sêwûye
Bi hale'm dîşewîte
Ne tarî ne ronîye

Dil ê nare bazarê
Dernakêvî keyntarê
Kes nikari bikîre
Bi zer û bi perê

Ewe bûyê hêvîyek
Kêtîye nav dile min
Li demsala bîharê
Ê vekê wek gulçîçêk

jiyan bi peyva xweş e
Ne bi derd û nexwaş e
De ware hedi beje
Peyvên te xweş û nexş  e (Ali Haydar Gürbüz)

Eger derdê min yek bûya çi dibû;
Ger xema min hindik bûya çi dibû;
Li kêleka min hebîb yan tebîbek,
Ji herduyan yek hebûya çi dibû.  (Baba Tahir)

Welatê min tuwî bûka cihanî
Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewrî
Gelek şêrîn û rind û pir ciwanî ( Cegerxwîn)

Cana xwe derîne tu ji pişta çeperê,
Perde tu hilîne, ku li min roj bê derê,
Şevreş bike ronî, tu bi loks û fenerê,
Maçek ji du lêvan bide, ey lêv şekerê,
Ewe dermanê birînê û kul û derd û kederê...(Cegerxwîn)


Eve roja sala taze ye, Newroz hatiye
Cejna kevnê kurde, bi xweşî hatiye
Çend sale gula hîvya mebest bû heta par
Her xwîna lawan bû gula ava nû bihar
Wî rengî sore bû ke asoyê bilindî kurd
Mizgîna beyanê bo gelê dûr û nêzîk bird
Newroz bû agirekî weha xiste nav cergewe
Lawan bi eşq diçûn pêşber pir mergewe
Wa roj hilat ji bedena berza welatewe
Xwîna şehîde, rengê şefeq şewq vedatewe
Heta niha li tarîxa milet da rû nede
Qelxana gulê singê keçikan be hilnede
Bo şehîdê weten naxwaze şîwen û girîn
Ew namirin, wa li dilê miletan de dijîn...(Pîremêrd)