Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Jiyan Bi Kurdi Xweşe- A.Haydar Gürbüz

Eger îro Tirk li şune me Kurdan ji bo azadî tekoşina xwe biden, min disa alikalari teda van û li cem û pişta van diskinim. Eger kû em îro vihevra ji bo ciyanekî bî rumet, welatekî demokratik dixazin û vihevra jiyanekî nû bijin  eme heq û hiquqê hevdu bî hemberihev naskın û le xedî derkevin. Bi wi rengi wisa em vihevra li nav welateki dijin. Eğer  kû Tirk heq û hiquqe me nasnake, çand û zimane min serbest nake û bın yase garantî nake,  zimane Kurdi neke zimanê fermî, eze ji riya xwe ji van cihe bikim û heta davi tekoşina azadi bidım. Evji ji bo me Kurdan pir pewist e û ji bo nasname me hebun û tuneyiye. Lı Tırkiye lı Gel Zımane Tırki pewist e, le bele bıla zımane kurdi ji bıbe zımane fermi.

Îro çend rone li hinek malpera internete wêne gerillan em dibinin,leşkere Tirk di nav şer da, lı ser cesedi gerillayan resmen wxe bi şuret dikşinin weki marifeteki mezin, wi fotoğrafi ji  di nav çapameniye wxeda widardixin.wexteku ez difkirme van resmen ez ji mirovatî şermdikim.

Li dune meri hene terin welaten dini kû,alikariye bıdın mıllet, yeku dı tengas di bin zordari,nexaşi anji ji feqiri xelasbikın, hinek ji hene li hela dini şer dikin û hevdu dikujin jı ber ku tacire çekan zedetir zengin bikın. Leşkere Tirk li ser can û cesedi şerwanen Kurd resme wxe bi kehramani dikşine kefa wxe û kefa nijadperesten Tirk dinin şune, li hele dini ji bila gerilla weki leşkere Tirk li ser cesede wan, weki vana bike, van tışten werg, hereketen werg jı bo riya aşti dıl jı tengasiye tıştek nayne. Li nav şer daha ku  meriyek kû mir, ew dijmin be ji, meri li ser cesede kef nake, ger ku tu kef diki û dixazi bila hemu cihan pe bihesi wi wexti şer heta davi berdevam dike û aşti çe nabe, bi wi hali ji pır asteng ten ser riya aşti dıle aştixwazen ji dıheşi.

Lı aliye dini lı hemberi bûyeran kû lı ser meselê Kurd ten peşkeşkirın, Gel nıkari bi cesaretêki xwe nişan bide, ji axinan pır ditirsın û xwe peşuwe dıgrin. Yê kû aşti dixazin dengê xwe pır bilınd nakın, gühe xwe qer dikın çaven xwe ji qür dikın û dıskınin, le pewist e kû lı hemberi wi şer, bi cesaretêki, çı dixazin, bi avazaki bilınd biaxivin bejin, lı xwe eşkere bikın. Be ziman û be çav meselê nen halkırın.

Mabestê mın li vır ne gengeşîye,ez dixazım kû em vihevra lı ser meselê Kurd fikr û ramanên xwe parvekın, ki çı dixazi em bizanın.Hınek li nav me pır bı dengın û  lı aliye dıni ji jı siyasetê pır dur dıskinin.Bi denge wan, an ji dema kû ev qeziyan dikin, merı bi xwe bi xwe dıbeji vana çı siyasetmedarın,le bele di nav pratiğeda ji meri vane ye dengbilınd ye kû pir qeziyan dikin  ke nabini, wi wexti ji dıle meri û heviya meri dıheşi him ji  xırab dibe. Ez dibem kû xwe bi xwe kan mekın,hun çi dixazin wi, bi cesaretêki bıgrin ser zimanê xwe û bejin,ye kû hun nikarin bikın ji hekberê nen, megrin ser zimanê xwe.

Bî we siyasêti iro tene ne Çand ê Kurd  zımanê Kurd ji te kuştın.Bi gotınek dıni zımankuştın di nav meda roj bi roj meselêki pır gıring dibe. İro ez di naw siyasetmêdaren Kurd bi zımanê xwe axaftinan pır kem dıbinim. Carcaran lî civinan an ji lı Mihrican û Konferansan hınek siyasetmêdar bi Kurdi axaftinên xwe çedikin, mevanên sılav dikın, hakidin ji ê pirkı bi Tırki berdevam dıkın. Ew jı tışteki pır balkeşê, tuyê rabi ser xwe beji “em kurdın” le hela dıni ji e pirkı bî zımanê tırki bıaxifini. Heta kurd bi xwe zımanê xwe karneynin, bihayekî mezin nedin zımanê xwe, daxwaziyên ji bo zımanên xwe dikin dê gelek cidî neyê girtin.

Lı Kurdistane zimanê zıkmaki heta roja iro nebuyê zımanê fermi û nehatıne perwerdekirın.Em bi kurmanciyê  xwe tenê lı derdora xwe dortengi qeziyan dikın. Siyasetê fermiye Tirk,gotiye Kurdi ne zımanekê,yani Kurdi heta iro ji inkar dike.Dadgehê Tirk hini iroji li ser Kurdi dıbeji zımaneki nezaninê. Eğer ku iro perwerdeyi û hidekari nav me Kurdan be kirın,ew ferqe zımanen ji e ben kem kırın û bi wi awayi em ji bibın xwediye zımaneki gelempêri. Disa lı aliya din çıkas kû konferans û panel lı ser zıman ware çekîrın vakes ji perwerdeya zıman peşwe tıre û di nav gel ra peyde pey dibe zımane fermi. Partî û dezgehên din hemî jî bila jiyana siyasî li Kurdistanê zimanê kurdî kar bînin.Bila zanîna zimanê kurdî ji bo hinek postên rêxistinî bibe pîvanek. Bî baveri lı ser zımanê xwe agahdar bın,hin bın û weki can û ciğera xwe le xwedi derkevin.

Sılav û Rez