Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Komel û Gund

İsal nezike dehe salen ez li nav komelê  dixebitim, car caran ji li  malpera kurmeşan  fikr û ramanen xwe li ser rewşa welat û gund dinivisîm. Niha, gava ez çend rezikan li ser rewşa gund dinivisînim,ez ge gan ji, ji xwe pirs dikim: Ka çi kare wi bigeşe milete me?

Ez ê dile xwe bibejim: Eger kû bi roja iro,millete me li ser mafê xwe agâhdar bê, bizanin ew çikax ji bo peşerojen me, civate me pewistê, wi wexti  zanin kû perwerdeya ziman û çand, bingehe lekolina diroke, abori, folklori, edebiyati  di nav jiyane me da şunde  kî pir giring digre û yekitiya civate bi wi taybetî wisa xurt dike.

Komelê Kurmeş iro  sedupence endamen di nav xweda gihane hew. Komel li Ewropaye hati damezrandın, ji ber kû bi çaleken xwe e pır ruye xwe gerandiye gund û dixazi ji bo peşeroje, civate ki rohnikiran çeki. Ji bo rohnikirina civatê hunermênd û nivîskarê me, je kû çi ji dest xwe ten, bî hunere xwe,helbesten xwe, bi cirok û serpehatiyan xwe, yan jî bi hevpeyvin û lekolinen xwe alikariye bidin me û  li nav we xebate şunda xwe bigrin.  Komel iro heyşt salen li ser lingen xweye, di nav dile mında komel cihe  xwe girtîye, bî mın pır şirîne û delalîyê, ez çikas kû li gund li herame Dersim’e heskirne xwe dikim  komel ji di nav dile minda weki welat şirine.

Komel peşeroje gence me û civake meye, ez dixazim baskumile komele pir bin, bi xort,qal,jin,xatûn,zarok bin , kince rind û rengê me bin, di nav heval û hogîran da nava komel û Kurmes bî rûmet û serbilind be.

Çend niviskaren gundi me xelek wextin, bi hevpeyvine lekoline xwe ji bo malpera „ Kurmesliler.com“ dinivisînin. Ez pir kefxaş û dilxweşim kû iro li nav me pir sahsiyeten bi rûmet hene. Yek li nav wan rejisör Kazim Öz‘e. Kazim bi film û belgeselan xwe li ser gund û çand xebateki giring destpekir.Di nav belgesela „Dûr“ li ser rewşa me arşiveki baş cekir. Disa filme „Demsala Dawi“ li ser jiyane gundi me û sewaxen bû. Beguman ew xebaten kazim e bi serfirazi me ji pir memnun dike. Disa Filmen Murat Özçelik ji xebaten giringen, ji ber kû heta niha Murat pir derneketi  meydane, ez hevi dikim kû ew ji ye peşerojen te li sinema şunda xwe bigre.Hunermend Semi bi sıtranen xwe Kurmeş da naskırın.

Her weki hunji teqib dikin, di nav malpera me internete da çend niviskaren me ji hene, M.Yilmaz,Haydar Uç,Aziz Öz,Ayfer Ber, Haydar Aslan,Polat Durmus,Ali Ekber Aslaner, Ismet Bangus û hinek naven dini. Di nav nivisen niviskaren me, çande me, folklori,dirok,edebiyat ,siyaset te nivisin.

Ez e nav dile xwe dibejim,bi rasti ji ev nivisen gundi me min pir kefxweş dike, wexte kû Aziz Öz li ser pir û qale me nivisi û hemu karektere bav u qale  me biaxivinin ez pir dilşad bum. Disa İsmet Bangus bi kurdi dinivise, bi zimane dayike me,ev ji kareki pir giringe, ez baverim kû peşerojeda gelek xorte me milete me bi zimane xwe qeziyan bikin û binivisinin,bixunin.

Me isal li gund Şahiya şeşemin pekanin. Çaleke ki pir mezin û giring bu. Gelek xort ji durve hati bun,gelek milete me paş çend salen hevdi nedibun û di saye ve şahiya de hevdu ditin û naskirin, ber der her male, milet hebun,ronahi û şenatî hati bu gund. Ez pir memnun bum û baverim kû ye hatin û beşdariya şahiya me bun,ev ji pir memnun bun. Li ser şahiya şeşemin pir gotin ne gotin, çalekeki baş derbas bu. Ez hevildarim ku ev rojen peşiye me pir pir xweş dibe,pır dur ne, aşti te welat û milet bi dileki rehet tire gund.  Sılav u Rez